Namzetên Partiya Çepên Kesk a Wanê ji bo dengdayîn û parastina sindoqan bang kirin

Namzetên Partiya Çepên Kesk a Wanê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin û gotin, "Ev desthilatdarî wê têk biçe. Em hêrsa xwe li ser sindoqan nîşanî desthilatdariyê bidin."

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz, Zulkuf Uçar, Taylan Ertaş û Mahmut Dîndar li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan.

Gulcan Kaçmaz diyar kir ku, xebatên wan bi şev û roj dewam dikin got ku ew xwe digihînin aliyên ku berê dengê xwe nedane wan. Kaçmaz got, "Dema me nêzîkatiyên hin aliyên ku berê deng nedane me dît em bi hêvî bûn. Atmosfereke gelekî baş heye. Em bi atmosfereke ku ji 7'ê Hezîranê derbas dibe re rû bi rû ne. Gel dibêje ku em ê rûmet û heqîqeta xwe biparêzin. Em îro li Qada Beşyolê li benda mîtînga fînalê ne."

Kaçmaz got, "Dengek dikare her tiştî biguherîne. Em bang li hilbijêran dikin ku, hem dengê xwe bidin û hem jî xwedî li sindoqan derkevin. Hûn dizanin 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, em ê her du cejnan bi hev re pîroz bikin."

'ARMANCA ME 8-0 E'

Zulkuf Uçar jî got, "Armanca me ya li Wanê 8-0 e. Ev yek ne armanceke ku pêk neyê. Em armanc dikin ku 100 parlamenter derînin û bişînin meclîsê. Daxwaza guhertinê ya gel heye, ji bo guhertinê hêviyeke mezin heye û ev yek jî wê di hilbijartinê de derkeve holê. Ev desthilatdarî wê têk biçe."

Uçar her wiha ev tişt anî ziman, "Divê her kes biçe ser sindoqan û hêrsa xwe bi dengdayînê nîşan bide. Piştre jî divê xwedî li sindoqan derkevin. Mafê welatiyan e ku dengên xwe biparêzin."

'DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN Û SIBEROJA XWE DIYAR BIKE'

Taylan Ertaş jî bal kişand ser bêkariya li Wanê, pirsgirêkên esnafan û bendewariyên jinan.

Ertaş anî ziman ku, bêhiqûqî dibe sedema hilweşîna aborî, civakî, çandî û siyasî. Ertaş her wiha diyar kir ku, piştî bêhiqûqiya li dijî Kurdan, bêhiqûqî li hemû welat belav bûye, diyar kir ku divê AKP-MHP bibe partiya tabelayê. Ertaş got, "Ji bo misogerkirina siberojê, divê em biçin ser sindoqan. Ger sîstem bi vî rengî dewam bike, wê her tişt xerabtir bibe. Krîza aborî jî wê qat bi qat mezin bibe. Divê her kes di rewşek wiha de biryarê bide ka wê biçin ser sindoqan an na. "

‘EM Ê ROJÊN XWEŞ BIJÎN’

Mahmût Dîndar jî da zanîn ku gel guhertinê dixwaze û got, "Hemû gel rûyê rast ê AKP-MHP'ê dît. Ji bilî têkiliyên berjewendiyê tu kes dengê xwe nade vê desthilatdariyê. Ez bawer im ku em ê gelek bi hêz bikevin meclîsê."

Dîndar got, "Ji bo siberoja vî welatî em ê bihareke duyemîn bijîn. Em bi gelê xwe bawer in. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de em ê rojên xweş bijîn."